Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan a ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bi biryarî didomînin.
Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 638emîn da dewam dike.
Mevlude Uçdag a ji bo kurê xwe Remezan di nobetê da ye got ku 6 sal berê ewladê wê bi xapandin revandine serê çiyê.
Uçdagê destnîşan kir ku bi salane çavê wê li rêya ewladê wê ye û wiha domand: "Bersiveke ku ew bikaribin bidin me tuneye lewra ew sûcdar in. Heke ew bixwazin dikarin demildest zarokên me bînin lê ew naxwazin. Kurê min were û teslîm bibe. Min ji bo PKk û HDPê te mezin nekir. Ez dixwazim tu vegerî malê."
Ayşegul Bîçer a ji bo kurê xwe Mistefayê nêzî 2 sal berê hêj 17 salî revandibûn serê çiyê beşdarî nobetê bûbû got ku ew ewladê xwe dixwaze û wiha domand: "Em mayê ku heqê me ye dixwazin û dê û bavên li vê derê em ê heta dawiyê li vê derê bin. Em bi biryar in. HDP sûcdar e."AA