Dayikên Diyarbekirê di eydê jî li benda ewladên xwe ne

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin bi hesreta zarên xwe ketin Eyda Remezanê.

Dayikên Diyarbekirê di eydê jî li benda ewladên xwe ne

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin bi hesreta zarên xwe ketin Eyda Remezanê.

Hacîre Akara dayik di 22yê tebaxa 2019an da îdia kir ku Mehmet Akarê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandine çiyê û li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Têkoşîna Hacîre Akarê dema gihîşt armanca xwe ev ji bo dayikên hesreta zarokên xwe mane bû hêvî.

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin, her ku çû hejmara malbatan zêde bû.

Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî tev bi hezaran kesî çalakî ziyaret kir û 265 roj e çalakî dewam dike. Dayik dîsa bêyî zarên xwe eydekê derbas dikin, ji ber vê jî li ber xwe dikevin.

Dayikên ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hatibû îlankirin eydê li malên xwe derbas dikin li benda mizginiyekê ne.

Ayşegul Bîçera ji bo Mustafayê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya HDPyê çalakî dan destpêkirin.

Bîçerê wiha got: "Ez bi tenê ji bo ewladê xwe nehatim, ji bo ewldên ku herin û yên ku werin li vê derê me. Ez ê rûniştinê bidomînim. Dema min dest bi çalaiyê kir got 'Ya serkeftin yan jî mirin'. Hetanî zarên xwe hilnedin ji vê derê naçin."

- Ji bo eydê xwarina kurê wê jê hez dikir çêkir

Bîçerê diyar kir ku kurê wê rojên eydê hetanî şeveqê ranediza û wiha axivî: "Şeveqê zû radibû, kincên xwe yên teze li xwe dikir, em bi hev ra şa dibûn. Li her alî xatireyên kurê min hene. Hingî kurê min çûye nikarim xwarinên ku kurê min jê hez dikirin bixwim. MIn ji bo roja eydê dolmeyên bîberê yên ku gede jê hez dikir çêkir, lêbelê ji ber hesreta wî ber min da ne naçe, ez ê nexwim."

Bîçerê got, "Ez kesên ewladên min ji me qetandin hewaleyê Xwedê dikim. Xwedê wan biqehrîne." û axaftina xwe wiha domand:

"Ji bo Xwedê were kurê min. Ez naxwazin li mîntan û wêneya tê mêze bikim, ez dixwazim te hembêz bikim. Were vê hesretê xilas bike. Îro eyde lêbelê eyda mezin ez ê bi te ra bijîm. Kurê min hingî tu çûyî eydî erefat nayê bîra me. Ji ber ku tu tunî xuşk û birayên te kincên teze li xwe nakin."

- "Werin teslîmî dewletê bibin"

Rauf Bîçerê bav jî got ku beriya ku here herî dawî bi kurê xwe ra çûbû nimêja eydê.

Bîçer got sê eyde pêrîşan bûne û diyar kir ku xanima wî bi şêrpençeyê ketiye û wiha pê da çû:

"Xanima min ji bo kurê me xwarinê jî naxwe. Du qîzên me yên din jî hene. Diavêjin ser gundan, Kurdên diçin daran dikujin. Ma çito doza Kurdbûnê? Ez bangî hemû ciwanên revandine çiyê dikim. Gişt werin, teslîmî dewleta xwe bibin. Dewlet bi şewqet e, bi merhemet e. Dev ji sîlahan berdin, binax bikin. Werin em wekî Tirkiyeyê bi hev ra eydê bikin.

- "12 eyd derbas bû ez qîza xwe nabînim"

Fatma Akkuşa dayik diyar kir ku Songula qîza wê 6 sal berê di 15 saliya xwe da xapandin û revandin çiyê.

Akkuşê destnîşan kir ku gelekî bîriya qîza xwe kiriye, ji ewlada xwe dûr Eyda Remezanê derbas dike.

Akkuşê got daxwaza wê ya herî mezin ew e ku di eydê da bigihîje qîza xwe û wiha pê da çû:

"12 eyd derbas bû ez qîza xwe nabînim. Qîza min carekî dengê te bibihîzim. Min gelekî bîriya te kiriye. Bavê te nexweş e. Ez dixwazim di vê eydê da eydiyan cot bikim. Dixwazim qîza xwe bibînimç Înşaellah qîza minê were ez vê şahiyê bibînim."

- "Ji me ra eyd tune, em pêrîşan bûn"

Mevlude Uçdaga ji bo Ramaznê kur ê xwe beşdarî çakaiya rûniştibû bû diyar kir ku kurê wê xapandin derxistin çiyê û wiha got:

"Dinyaya bêyî wî ji bo me zindan e. Ji me ra eyd tune, em pêrîşan bûn. Min bîrîya ewladê xwe kir. 6 sal e hesreta wî mame."

Uçdagê axaftina xwe wiha domand:

"Kurê min, deriyê me ji te ra her tim vekirî ye, edî lêxe were, bira ev hesreta xilas bibe.Hêzên ewlekariyê li ku derê dibînî teslîm bibe. Kesên ku vegeriyan bi malbatên xwe ra ne. Tu jî were, em şa bibin. Di eydan da bi kurê xwe ra diçûm ziyareta eqrebeyan. 6 sal e dinya li me bûye zindan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE