Dayikên Diyarbekirê di kelekela havînê da nobeta ewladan didomînin

Uçdaga yek ji wan dayikên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene got ew heta negihîje kurê xwe Remezan wê çalakiya xwe bidomîne.

Dayikên Diyarbekirê di kelekela havînê da nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê yên bihêviya bigihêjin ewladên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin di bin hewaya germ ya ku 40 pileyî derbas dike çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, HDPyê wek berpirs dibînin û lewma jî ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1059an.

"Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin"

Mevlude Uçdaga yek ji wan dayikên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene got ew heta negihîje kurê xwe Remezan wê çalakiya xwe bidomîne.

Uçdagê destnîşan kir ku ewladê wê bi destê HDPê hatiye revandin û wiha axivî: "Em dê û bav li vir mexdûr in. Em bibiryar in. Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Lewra ewladê min teslîmî PKKyê kirin."

Uçdag bangî kurê xwe kir ku ew teslîm be û wiha got: "Bila ev hesretî biqede. Dewleta me bihêz e. Qasî dê û bavê xwe xurt û wêrek be. Bireve were. Kurê min ez benda te me."

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan çalakiyê dike jî got ew ji bo ku bigîhêje kurê xwe têkoşîna xwe didomîne.

Aydin bangî kurê xwe kir ku ew teslîm be û wiha axivî: "Kurê min hê 15 salî bû. Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê tu car terka vir nekim. HDP ji me ditirse. Çima ji me ditirsin? Lewra sûcdar in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE