Dayikên Diyarbekirê digel remezanê nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

"Ez qîza xwe, ewlada xwe dixwazim. Heta ewlada xwe hilnedim ji vê derê naçim."

Dayikên Diyarbekirê digel remezanê nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

Dayikên Diyarbekirê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê digel meha remezanê ji bo zarokên xwe yên revandî, çalakiya rûniştinê didomînin.

Malbatên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe ya çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 943 roj e çalakiya xwe didomînin.

Ji dayikan Necîbe Çîftçiyê daxuyanî da û got ku ew bi biryar in çalakiya xwe bidomînin û wiha domand: "Îsal remezana sêyemîn e ku em li vê derê ne. Sê sal e li pêşiya deriyê HDP û PKKyê çavê me li rêya zarokên me ye. Înşeallah ewladên hemû dayikan vegerin. Em jî li vê derê perîşan bûn. Em li benda ewladên xwe ne û Xwedê wan jî perîşan bike."

Çîftçiyê xwest ku bila kurê wê bê û teslîm bibe û bangî hemû ewladan kir.

Esmer Koça ji bo qîza xwe Zubeydeyê di nobeta dayikan da ye jî got ku qîza wê di sala 2013an da ji alî PKKya rêxistina terorê va hat revandin û ji wê rojê vir vir va tu xeber jê hilnedan.

Koçê axaftina xwe wiha domand: "Ez qîza xwe, ewlada xwe dixwazim. Ez heta ewlada xwe hilnedim ji vê derê naçim. HDP bila bizanibe ya wê zarokên me bîne û teslîmî me bike û yan jî em ji vê derê naçin."

Koçê bangî qîza xwe û hemû kesên bi xapandin revandine serê çiyê kir û ji wan xwest ku bila werin û teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Malbateke din beşdarî nobetê bû

Aytekîn Alp ji bo birayê xwe Mazlum Alpê di sala 2015an da hê 15 salî bû û ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê revandibûn serê çiyê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Alp got ku birayê wî di sala 2015an da di dema bûyerên çalan ên li navçeyê da hat revandin û ji wê rojê heya niha jî tu xeber jê hilnedan û wiha domand: "Em wisa difikirin ku bi navbeynkariya HDPyê birayê min hatiye revandin. Heta birayê min neyê ez ji vê derê naçim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE