Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Esmer Koça ku seba Zubeydeya keça xwe çalakiya rûniştinê dike, got ku ew tenê dixwaze bigihêje keça xwe.

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 804emîn da dewam dike.

Esmer Koça ku seba Zubeydeya keça xwe çalakiya rûniştinê dike, got ku ew tenê dixwaze bigihêje keça xwe.

Koçê daxuyand ku 8 sal e haya wê ji keça wê tuneye û ew hesret û kesera keça xwe dikişîne.

Koçê got, "Êdî bes e bira ewladên me bidin me. Em ewladên xwe dixwazin, wekî din em tiştekî naxwazin." û bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Necîbe Çîftçiya dayik ji bo Rojhatê kurê xwe ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, ji Şemdînliya navçeya Hekariyê hat û çalakiyê dike. Çîftçiyê diyar kir ku ew heta negihêje kurê xwe, wê çalakiyê bidomîne.

Çîftçiyê daxuyand ku ew li bendê ye ku ji kurê wê cabeke baş were û wiha dewam kir, "Em li pêşiya avahiya HDPyê têkoşînê didomînin. Em seba ewladên xwe hatin vê derê. Agir bi cegera me xistine, ewladên me ji me standine. Kurê min êdî vegere, êdî êş û kulan bi me nede kişandin. Em êdî ji bo vê êş û elemê li ber xwe nadin. Kurê min heke te esker, polês dît, teslîm bibe. 33 zarokên me vegeriyan, tu jî vegere."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE