Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Ji kesên beşdarî çalakiya rûniştinê bûne Celîl Begdaş daxuyanî da rojnamegeran û got ku ewladên wan bi xapandin ji alî rêxistina terorê va hatine revandin.

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 824emîn da dewam dike.

Ji kesên beşdarî çalakiya rûniştinê bûne Celîl Begdaş daxuyanî da rojnamegeran û got ku ewladên wan bi xapandin ji alî rêxistina terorê va hatine revandin.

Begdaş destnîşan kir ku rewşa dê û bavên zarokên wan di destê rêxistina terorê da baş nîne û wiha domand: "Ez li vê derê bangî Kilişdaroglu, Meral Akşenerê dikim. Ewladên we rûdinên û gelo ewladên me tên bîra we. Nayê lewra heke bihata bîra we dê û bavên li vir bi tenê nedihiştin û hûnê bihatina cem wan. Dê û bavên Diyarbekirê wê tu carî heqê xwe li we helal nekin. Tu rojekê pirsa van dê û bavan nekirin. Wan cegera min peritand. Heke ewladê we rojek neyê hûnê çi bikin? Gunehê van dê û bavan çi ye? Ewladên me li kê derê ne?"

Begdaş xwest ku bila PKKya rêxistina terorê destê xwe ji pêsîra zarokên wan berde û wiha domand: "Tu pirsgirêka min bi Kurdayetiyê ra tuneye. Bila kurê min cegera min bidin. Çi heqê wan li me heye? Me bi çi zehmetiyan zarok xwedî kirin. Ez ji wezîrê me yê Karên Navxweyî hêvî dikim bila çareyekî bibîne ji me ra. Bi zarokên me tehdayê li me dikin."

- "Ji zarokên me çi dixwazin?"

Dayik Ayten Elhamamê jî got ku ew 3 sal e nobeta xwe bi biryardarî didomînin û li pey doza xwe ya heq in û wiha pê da çû: "Wan çi ji zarokên me, kezeba me xwest? Em tu tiştekî ji wan naxwazin bila ewladên me bidin. Ewladên me li serê çiya û zinaran bila nebin qurbana gur û rewilan. Ew her carê du sê mehan wêneyan parve dikin û dibêjin mirine. Ez bawer nakim miriye înşeallah ewladên me hemûyan sax in."

Elhamamê di berdewamiya axaftina xwe da got: "Çi heqê wan li me heye? Bila ewladê min bidin. Deriyekî HDPyê ber bi Meclisê û yek jî ber bi Qendîlê va vedibe. Em êdî HDPyê naxwazin. Em hemû dê û bav ji Dadgeha Makezagonê ra dibêjin ku bila HDPyê bigirin. Kezeba me peritî lê bila êdî ya hin dayikên din neperite. Ez bangî hemû ciwanan dikim bila baweriya xwe bi HDPyê neynin. HDP ciwanan dixapîne û difiroşe PKKyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE