Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Ji dayikan Sariye Tokayê got ku ji Mehmetê kurê xwe ku 11 sal berê xapandine û derxistine serê çiyê tu xeber hilnedaye.

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bona zarokên xwe yên revandine çiyê li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bona zarokên xwe yên revadinê çiyê HDPyê sûcdar dikin û di 3yê Îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin di roja hezar û 48an da çalakiya xwe berdewam kirin.

Ji dayikan Sariye Tokayê got ku ji Mehmetê kurê xwe ku 11 sal berê xapandine û derxistine serê çiyê tu xeber hilnedaye.

Tokayê diyar kir heya ewladê xwe bibîne wê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim, wan kurê min xapand û birin. Êdî bes e, bira dawî li vê zilmê bînin. Zarokên me bidin me. Em HDP û PKKyê bi nefret şermezar dikin."

Sariye Tokayê diyar kir zarokên wan li çiyê didin kuştin û wiha pê da çû, "Înşellah wê dayik bi ser bikevin û em ê zarokên xwe ji nava lepên HDPyê derxin. Em di çalakiya xwe da biryardar in û heya zarokên xwe hilnedin naçin derekê. Kurê min gelek hevalên te revîn û teslîm bûn, tu jî bireve û were. Tu qet bêriya me nakî? Tu jî teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û vegere mala xwe."

 "Kurê min bireve were û teslîmî edaletê bibe"

Abdullah Demirê ji bona Fatîhê kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye diyar kir 7 sal e ji kurê xwe tu xeber hilnedaye.

Demir destnîşan kir ji ber çalakiyê 37 ewlad ji rêxistina terorê revîne û vegeriyane mala xwe û got ku hêvî dikim yên din jî di demeke kurt da vegerin.

Abdullah Demir diyar kir tenê ji bona zarokên xwe nobetê digirin û wiha axivî, "Em ji bona siyasetê li vir nînin, em ji bona ewladên xwe hatine. Em ji bona kezeba xwe, ji bona ewladên xwe hatine. Em ê heya dawiyê çalakiya xwe bidomînin û heya ewladên xwe hinedin jî naçin. 7 sal e bi pey ewladê xwe ketime, kurê min Fatîh bireve were û teslîmî edaletê bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE