Dayikên Diyarbekirê ji bo 8ê Adarê bangî jinan kirin

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê bangî jinan kirin ku li dijî terorê bibin yek.

Dayikên Diyarbekirê ji bo 8ê Adarê bangî jinan kirin

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê bangî jinan kirin ku li dijî terorê bibin yek.

Hacîre Akara dayik di 22yê tebaxa 2019an da îdia kir ku Mehmet Akarê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandine çiyê û li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî ku Akarê encam bi destê xist ev ji bo dayikên ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe bû mînak.

Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019an da gihîşt kurê xwe, piştî vê Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Her ku çû ji her aliyên Tirkiyeyê malbat beşdarî çalakiyê bûn û hejmara malbatan derkete 109an.

Di payîz û zivistanê da malbatan bi hêvî çalakiya xwe domandin, 11 malbat bi salan şûn da gihîştin zarokên xwe û ev jî ji bo malbatên din bû sedema zêdebûna hêviyê.

Malbatên ji derva û nav welêt gelek ziyaretvanan piştgirî dan wan ên dixwazin bigihîjin zarên xwe li benda piştgiriya jinan in ku di 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê da ji bo xilaskirina terorê piştgiriyê bidin wan.

"Em ê bi dayikan ra koka terorê biqelînin"

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qîza xwe ya 8 sal berê di 15 saliya wê da revandine çiyê ji Wanê hat Diyarbekirê û beşdarî çalakiya rûniştinê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo bigihêjin zarokên xwe çalakiyê didomînin.

Sancarê got heta zarokên wan neyên ew ê çalakiyê bernedin û wiha axivî: "Em êşa xwe bi hev ra parve bikin. Ez ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê gazî jinan dikim ku bira werin vê derê. Em ê bi dayikan ra koka terorê biqelînin."

Suheyla Demira ji bo Hayala qîza xwe ya 5 sal berê revandinê çiyê bi zaroka xwe ya 1,5 salî va ji Agiriyê hat Diyarbekirê û beşdarî çalakiyê bû jî got ku li benda piştgiriya jinan in.

Demirê destnîşan kir ku nobeta ewladan dewam dike, daxwaza wan ew e ku jin werin ba wan.

Fatma Akkuşa ji bo Songula qîza xwe ya 5 sal berê revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû jî bal kişand ser girîngiya piştgiriya jinan û got ku bi piştgiriya jinan dikarin dengê xwe bigihînin hemû dinyayê.

Sariye Tokay jî ji bo Mehmetê kurê xwe yê 9 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê nobeda xwe didomîne.

Tokayê got bangî hemû dayîkan dikin ku di 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê da werin êşa wan parve bikin.

Cennet Kabakliya ji bo Adil Kabakliyê kurê xwe yê 4 sal berê revandin çiyê ji Gazîentabê hat û beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku dixwazin bigihîjin zarên xwe û wiha axivî: "Em li benda piştgiriya jinan in. Hetanî koka terorê neqelînin em ê çalakiya xwe xilas nekin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE