Dayikên Diyarbekirê ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêdikin

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û dayik di nobetê da ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêdikin

Dayikên Diyarbekirê ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêdikin

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û dayik di nobetê da ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêdikin.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 147emîn.

Yildiz Balliya ku seba Yasemîn Balliya keça xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bûye got ku Xwedê rehma xwe li kesên di erdheja Elazığê da mirin, bike û Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne.

Balliyê diyar kir, ew ji bo mexdûrên erdhejê pir li ber xwe ketin û wan dest pê kir û ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kuman çêdikin û wiha dewam kir: "Ez ji bo wan stûmal çêdikim. Ji destê me ev tê. Çi ji destê me were, em amade ne ku bikin. Timî ew ligel me bûn. Vêga jî em ligel wan in. Em pir li ber xwe ketin, xwezî nebûya."

Balliyê diyar kir 5 meh in ku çalakiya rûniştinê dike, ew biryardar in ku ji bo ewladên xwe çalakiyê heta dawiyê bidomînin.

Songul Altintaşa dayik jî got ku wan seba mexdûrên erdhejê stûmal çêkir û wiha dewam kir: "Mala wan di serê wan da xerab bû. Em pir li ber xwe ketin. Xwedê neyne serê tu kesî. Em ji bo kesên ku jê filitîn, pir şa bûn. Xwedê ji dewleta me jî razî be. Ligel erdhejzedeyan e. Dewleta direve alîkariya her kesî."

Ji dayikan Hatîce Leventê jî got ku, ji bo mexdûrên erdhejê necemidin wan ji wan ra stûmal û kum çêkirin û wiha dewam kir: "Serê Tirkiyeya me sax be. Xwedê piştî vî qasî tu êş û kederan nede kesî. Em ji bo xwişk û birayên xwe yên li Elazığê stûmalan çêdikin. Înşeallah alîkariya me wê bigihêje wan. Me dixwest em zêdetir alîkariya wan bikin, lê ji destê me ev tê."

Leventê bal kişand ku dê û bav seba ewladên xwe 147 roj in çalakiyê dikin û got ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE