Dayikên Diyarbekirê ji bo şehîdên Gareyê mewlûd dan xwendin

Malbatên ku di çalakiya rûniştinê da berdewam in, di konê çalakiyê da ji bo 13 kesên ku par hatibûn qetilkirin, piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm, Mewlûda Şerîf dan xwendin

Dayikên Diyarbekirê ji bo şehîdên Gareyê mewlûd dan xwendin

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandî li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê dikin, ji bo wan 13 kesan mewlûd dan xwendin ku 12 jê hemwelatiyên Tirk bûn û ji hêla rêxistina terorê PKKyê li Gareyê hatibûn desteserkirin û qetilkirin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 896emîn da dewam dike.

Malbatên ku di çalakiya rûniştinê da berdewam in, di konê çalakiyê da ji bo 13 kesên ku par hatibûn qetilkirin, piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm, Mewlûda Şerîf dan xwendin.

Ji dayikên di nobeda ewladan da Necibe Çifçiyê ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew ji Xwedê ji bo 13 kesên li Gareyê hatin qetilkirin, rehmetê dixwaze.

Çiftçiyê got ku ew yên hatin qetilkirin, bi diayan bi bîr tînin û wiha got, "Xwedê qebûl bike, vê êşê careke din nîşanî dê û bavan neke."

Nurettin Odumluyê bav jî diyar kir, wan ji bo şehîdên Gareyê mewlûd da xwendin û sersaxî da malbatên 13 kesên hatin qetilkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE