Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîm bibin" bangî zarokên xwe kir

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya HDPyê zarokên wan şandine serê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 573yem.

Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîm bibin" bangî zarokên xwe kir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe, nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya HDPyê zarokên wan şandine serê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 573yem.

Necîbe Çîftçî ji bo Roşatê kurê xwe ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, ji Şemdînliya navçeya Diyarbekirê hat û beşdarî çalakiyê bûye. Çîftçiyê diyar kir, heta ew bigihêje kurê xwe wê nobeta ewladan bidomîne.

Çîftçiyê diyar kir, Samî Çîftçiyê kurê wê yê mezin û bavê 4 zarokan jî ji ber ku piştgirî neda rêxistinê, ji aliyê mensûbên PKKya rêxistina terorê ji gund hat revandin û kuştin û wiha dewam kir, "Ez ewladê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Bira ewladê min bînin û bidin min. Ev kul û keder kirin dilê me. Êdî bes e, em ji bo van êş û kederan nema li ber xwe didin. Em dayik in."

Çîftçî bangî kurê xwe kir û wiha got, "Bes e kurê min, were teslîmî dewleta xwe bibe."

Suheyla Demir jî ji bo Hayala keça xwe ya ku 6 sal berê ji Agiriyê revandin serê çiyê, bi zaroka xwe va çalakiyê didomîne. Demirê daxuyand, ew biryardar e ku seba keça xwe nobeta ewladan bidomîne.

Demirê wiha xeberda, "Bira êdî dayik negirîn. Em bibin yek û zarokên xwe ji destê wan xayînan derxin. Bi salan e dayik digirîn. Ewlad ji dayikên xwe dûr in, dayik jî ji ewladên xwe dûr in. Êdî bes e bira hêsirên dayikan neyên. Ez çavnihêriya rêya keça xwe me. Keça min were, teslîmî hembêza bişewqet a dewletê bibe." Demirê daxuyand, heta ku ew keça xwe hilnede, ew ê ji vir neçe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE