Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîmbûnê" bangî zarokên xwe kirin

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên wan ên revandine serê çiyê li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin ji bo teslîmbûnê" bangî ewladên xwe kirin...

Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîmbûnê" bangî zarokên xwe kirin

 Dayikên Diyarbekirê yên li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin dixwazin ku ew jî mîna dayîk Hacîre Akar û Hatîce Ceylanê bigihîjin zarokên xwe û bi vê hêviyê ji bo teslîmbûnê" bangî ewladên xwe kirin.

Hacîre Akara di 22yê tebaxê da li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê ji ber ku HDPyê berpirsyar didît û digot wan kurê wê revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û ew di 24ê tebaxê da gihîşt mirazê xwe û kurê xwe dît.

Tevger û têkoşîna dayika Hacîre ya ji bo kurê xwe nîşan da ji bo dayikên din ên heman êşê dikişînin jî bû mînak û Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê jî çav dan têkoşîna Akarê û di 3ê îlonê da wan jî çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Her çû hejmara kesên di çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê da cih girtin zêde bû û bi mehan e ku dayik çalakiya xwe didomînin.

Ji dayikên beşdarî çalakiyê bûn yek jî Hatîce Ceylan bû. Ceylan di 8ê cotmehê da ji bo kurê xwe Cafer Ceylanê 4 sal berê di 15 saliya xwe da li Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê hatibû revandin beşdarî çalakiya rûniştinê bûbû ew jî gihîşt mirazê xwe.

Hewl û xîreta Akar û Ceylanê ji bo malbatên ku ev 103 roj in li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê ne û guh nadin berf, baran, sir û seqemê bi hêviyeke mezin li benda zarokên xwe ne.

Dayikên Diyarbekirê yên ku çavê wan li rêya ewladên wan e ji bo teslîmbûnê bang kirin.

- "Kurê min, were teslîm bibe. Hêzên ewlehiyê wê te bînin cem min"

Mevlude Uçdaga ku ji bo kurê xwe Remezan di çalakiyê da cih digire daxuyanî da nûçegihana AAyê û got digel hewaya sar ew çalakiya xwe didomînin û wiha pê da çû: "Kurê Hatîce Ceylanê diya xwe di têlevizyonê da dît û li ser vê hat cem malbata xwe. Kurê min heke ku tu min di têlevizyonê da dibînî were, vegere, teslîm bibe. Hêzên ewlehiyê wê te bînin cem min. Kurê min tu heya neyêyî ez ê ji vê derê neçim. Ew rêya te rêyeke baş nîne. Te Qur'an xwendiye. Ji wan biqete, hêzên me yên ewlehiyê xurt in, wê te xilas bikin. Çavê min her tim li rêya te ye û li benda têlefonê me. Bi têlefonê xwe bigihijîne min. Binihêre Cafer hat û dewleta me eleqe pê nekir. Ew gihîşt malbata xwe û tu jî were û dilê me şa bike."

- "Azad tu jî were cem dayika xwe"

Remziye Akkoyunê jî ji bo teslîmbûna Azadê kurê xwe bang kir û got: "Kurê min mêze bike, wa Cafer hat û tu jî bireve, were. Ez li vê derê li benda te me. Tu halê min dibînî û heya tu neyêyî ez ji vê derê naçim. Înşeallah tu jî mîna Cafer werî. Azad tu jî were cem dayika xwe."

- "Têlefonî me bike, em te xilas bikin"

Ji dayikên sekna xwe didomînin Necîbe Çîftçî ya ku ji Hekariyê bo kurê xwê Rojhat Çîftçiyê 5 sal berê hêj 16 salî bû û bi xapandin revandine serê çiyê hatibû Diyarbekirê got: "Kurê min kurê Hatîce xanimê hat. Wî jî ji ser têlezivyonê malbata xwe dîtiye û vegeriyaye. Kurê min heke tu min dibînî tu jî vegere. Wan birê te şehîd kirin û li pey 4 sêwî man. Êdî bes e. Ne xeberek û ne jî nameyek te heya niha nehatiye. Em di bin yek alayê da ne. Em ê wisa jî bimirin. Heke qeweta te nagihêjê têlefonê me bike, em ê te xilas bikin."

- "Qîza min were ser sînor û teslîm bibe"

Husniye Kaya ya jî ji bo keça xwe ya Mekiye ya ku 5 sal berê di 14 saliya wê da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî ragihand ku ji ber hesreta qîza xwe êdî ew nikare li ber xwe bide.

Kayayê hêvî kir ku qîza wê ji rêxistina terorê xilas bibe û wiha pê da çû: "Mekiye heke dengê min digihêje te, were teslîmî dewletê bibe. Binihêre kurê Hatîcê Cafer hat û teslîm bû. Niha li cem diya xwe ye, li mala xwe ye. Ew teslîmî dê û bavê wî kirin. Qîza min tu were ser sînor û teslîm bibe. Tu tiştekî bi te nakin. Hema tu were. Ew ê te bînin û teslîmî min bikin. Her roj baran dibare û em li vê derê di kon da ne. Nexweş im, çokên min diêşên. Ez ji bo te li vê derê me. 5 sal e min tu nedîtî. Ez di bextê te da me zû were êdî nikarim li ber xwe bidim."

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2019, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE