Dayikên Diyarbekirê li benda ewladên xwe ne

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da da destpêkirin di roja 452yemîn da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê li benda ewladên xwe ne

Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan a ku li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da da destpêkirin di roja 452yemîn da dewam dike.

Ji dayikên di nobetê da ne Esmer Koçê diyar kir ku ew ji Şemzînana navçeya Hekariyê bo qîza xwe Zubeyde Koça 7 sal berê ku hê 15 salî bû bi xapandin revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû lê parlementerên HDPyê wan tune dihesibînin û wiha dewam kir: "Rojekê ji me ra negotin ka derdê we çi ye? Hûn çi dixwazin? Em ji bo zarokên xwe hatin vê derê, ewladên xwe dixwazin, êdî bes e. Zarokên me berdin. Berpirs ew in lewra PKK û HDP yek e. PKK çi dibêje HDP wê dike. PKK serê HDPyê ye. Em jî ji HDPyê ewladên xwe dixwazin. Êdî bila HDP destê xwe bide ser wîcdana xwe."

Koçê got ku ew heta ewlada xwe hilnede dev ji çalakiya xwe bernade û bangî qîza xwe jî kir ku bila teslîmî eskeran bibe.

Aysun Adiyamana ji bo Hamzayê birê xwe yê ku 4 sal berê di 9 saliya wî da revandin serê çiyê ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bûye jî got: "Ez wek xwîşkekê dixwazim ku bila birayê min were û ji bo vê em beşdarî çalakiyê bûn. Em bi malbatî pir li ber birayê min dikevin. Em dixwazin bila demildest vegere. Ew hê jî biçûk e"

Adiyamanê got ku di revandina zarokan da berpirsê sereke HDP ye û diyar kir ku heta birayê wê venegere ew dev ji çalakiya xwe bernade.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE