"Dayikên Diyarbekirê" li Elazığê konbajar ziyaret kir

Dayikan li Elazığê konbajarê ku mexdûrên erdhejê tê da dimînin ziyaret kir.

"Dayikên Diyarbekirê" li Elazığê konbajar ziyaret kir

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û dayikan li Elazığê konbajarê ku mexdûrên erdhejê tê da dimînin, ziyaret kir.

Dayikên Diyarbekirê li taxa Bahçelîevlerê konbajarê ku AFAD û Heyva Sor a Tirk seba mexdûrên erdhejê ava kir, ziyaret kir û stûmal, kum û lepikên ku li Diyarbekirê di nobeta ewladan da ji bo mexdûrên erhejê çêkiribûn, dan erdhejzedeyan.

Suat Yildirimê mexdûrê erdhejê got, "Xwedê careke din tiştekî wisa neyne serê me. Jiyan dijwar e. Dewleta me payîdar be, çi derfet ji dest tê, dide me. Dayikên Diyarbekirê jî em ziyaret kirin, Xwedê ji wan razî be. Hemû Tirkiye ji bo Elazığê bûn yek. Kîjan bajarê me bûya jî wê heman tişt bikirina. Vêga dem dema yekîtî û bihevrabûnê ye."

Ji zarokan Kardelen Aktaşê jî spasiya dayikên Diyarbekirê kir.

Ji dayikên Diyarbekirê Nazli Sancarê jî got ku 148 roj e ew li Diyarbekirê seba zarokên xwe nobetê digrin.

Sancarê wiha xeberda, "Me êşa xwe jibîr kir, em pir li ber xwe ketin. Me kum, stûmal û lepik çêkirin, li zarokên çadiran bela kirin."

Mevlude Uçdagê jî got ku ew naxwazin li Tirkiyeyê tu kes bicemide, ew ji bo mexdûrên erdhejê hatin ku êş û kula wan hinekî sivik bikin.

Parlamentera Elazığê ya AK Partiyê Sermîn Balik û Berîhan Kaldirima jina Çetîn Oktay Kaldirimê Waliyê Elazığê jî bi dayikan ra çûn serdana mexdûrên erdhejê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE