Dayikên Diyarbekirê nobeda ewladan bi biryardarî didomînin

Malbatên di çalakiyê da ne HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kirin Û 873 roj e çalakiya xwe didomînin.

Dayikên Diyarbekirê nobeda ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û bi vê armancê jî li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya dane destpêkirin bi biryardarî didomînin.

Malbatên di çalakiyê da ne HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kirin Û 873 roj e çalakiya xwe didomînin.

Ji dayikan Esmer Koçê diyar kir ku ew ji bo qîza xwe Zubeydeya 8 sal berê bi xapandin hatiye revandin beşdarî çalakiyê bû û wiha domand: "Ez qîza xwe dixwazim. Bila ewlada min bidin min û ev 8 sal e kezeba min peritiye, mala min şewitiye. Bila HDP daxuyaniyê bide me. Bes e êdî bila zarokên me bînin. Em heta zarokên xwe nebin ji vê derê naçin."

Koçê destnîşan kir ku ew ewladên xwe ji HDPyê dixwazin û bi bîr xist ku duh malbateke din jî gihîşt ewladê xwe û wiha pê da çû: "Em jî kêfxweş bûn. Înşeallah zarokên me jî bi xêr û xweşî vegerin û werin teslîmî dewletê bibin."

Koçê bangî qîza xwe jî kir ku bila were û teslîm bibe.

Ekrem Artikê ku ji Hatayê bo kurê xwe Erhanê 7 sal berê birine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû jî got: "Kurê min ji alî HDPyê va hat xapandin û teslîmî PKKê hat kirin. Em jî çalakiya xwe didomînin û heta dawiyê jî emê bikin. Duh ewladê me yê 34an jî hat û hêviya me zêde bû. Ewladê min heke dengê min dibihîzî tu jî were û teslîm bibe. Wek 34 malbatên din em jî şa bibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE