Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 721em.

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 721em.

Îmmîhan Nîlîfirkaya dayik ku ji Stenbolê ji bo kurê xwe Mehmet di çalakiyê da beşdar e, diyar kir, gava kurê wê hat revandin, du meh mabû mezûn bibe û nehiştin ku kurê wê bixwîne.

Nîlîfirkayê bal kişand ku HDPyê kurê wê revand çiyê û wiha got, "Li çiyê tî, birçî û mehkûm e. 6 sal e ez tu xeberê ji kurê xwe nastînim. Em perîşan kirin."

Nîlîfirkayê her wisa bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "Kurê min heger dengê min tê te, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Dewleta me adil e. We ditirsînin. Ceza nadin we. Were netirse."

Necmetin Biçer jî bal kişand, keça wê Gulcan 6 sal berê bi xapandin revandin serê çiyê.

Biçer wiha axivî, "Keça min ji hêla HDPyê awayek ji awayan hat xapandin û bo çiyê hat şandin. Keça min heger dengê min tê te, were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE