Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 761ê da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 761ê da dewam dike.

Ayten Elhamanê diyar kir ku 4 sal e ji Bayramê kurê xwe xeberekê hilnade.

Elhamanê destnîşan kir ku ewladên wan ji destê wan hatin hildan û wiha axivî:

"Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. HDPyê xapandiye û biriye. Kurê min xwedî tu fikreke siyasî nebû. Xeyalên wî hebûn. Ew ê biçûya eskeriyê. Mêla wî li ser min xuşk û birayên wî bû. 4 sal e hesreta ewladê xwe mame. Ma ji me çi xwestin? Em merivên ji rêzê bûn di halê xwe da bûn. Ez ê ji bo kurê xwe hetanî dawiyê li vê derê bim."

Elhamanê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Abdullah Demîrê ji bo Fatîhê kurê xwe çalakiyê dike jî got hetanî ewladên xwe ji destê zaliman xilas nekin ewê ji pêşiya avahiyê neçin.

Demîr destnîşan kir ku 5 sal e li kurê xwe digere û wiha axivî: "HDPyê agir bi dilê me xist. HDPyê ewladên me xapand. Di wan da wijdan û merhemet tune. Ez ê hetanî bîhna xwe ya dawîn pêsîra HDPyê bernedim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE