Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 845an da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 845an da dewam dike.

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qîza xwe ji Wanê hat beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku nobeta ji bo ewladên xwe dabûn destpêkirin didomînin, ji hemû Tirkiyeyê xwest ku bira piştgiriyê bidin dê û bavan.

Sancarê wiha got: "Bira her kes rûyê rastî yê HDP û PKKyê bibîne. Em ewladên xwe yên heq dixwazin. Em li ber wan çok venedin. Hetanî ewladên xwe hilnedin jî em ê dev jê bernedin. Em biryardar in. Em ji HDP û PKKyê ra dibêjin 'Êdî bes e'."

Sancarê got li bendê ne ku di 27ê berfanbarê da malbata 250yî beşdarî çalakiyê bibe û ewê meşa "Ji Terorê Ra Rê Tune"yê li dar bixin, bangî her kesî dikin bira piştgiriyê bidin meşê.

Suleyman Aydinê ji bo Ozkanê kurê xwe çalakiyê dike jî got ji bo çalakiyê li benda piştgiriya hemû Tirkiyeyê ne.

Aydin got dewlet ji bo ewladên wan têkoşîneke mezin dide û wiha axivî: "Bira HDP êdî dengê me bibihîze, ma wijdana HDPyê qet tune?"

Aydin axaftina xwe wiha domand: "Çima dê û bavên Kurd ên mexdûr nabînin. Merivên piştgiriyê didin HDPyê, destê xwe bidin ser wijdana xwe, çima piştgiriyê nadin me? Bira êdî her kes dengê dê û bavan bibihîze. Em ê hetanî dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em HDPyê jî gazî wijdanê dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE