Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 879an da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 879an da dewam dike.

Sabîre Aydina ji bo Zaferê kurê xwe yê 5 sal berê revandine çiyê çalakiyê dike got ewladê xwe ji HDPyê dixwaze.

Aydinê bangî ewladê xwe kir û got, "Kurê min ji bo Xwedê vegere. Ez dizanim hatî xapandin. Ez ê te bi destê wan ra bernedim. Hetanî kurê xwe ji HDPyê nestînim ez ranabim."

Necmettîn Bîçerê ji bo Gulcana qîza xwe çalakiyê dike got 6 sal e hesreta qîza xwe ye.

Bîçer got ji bo bigihêje qîza xwe çalakiyê didomîne û wiha axivî: "HDPyiyan qîza min xapand û teslîmî PKKyê kir."

Bîçerê wiha got: "Hetanî ewladê me yên dawîn jî ji çiyê danekeve em ê ranebin. Qîza min heke min dibihîzî were teslîm bibe. 34 zarok hatin, gihîştin malbatên xwe. Ciyê we ew dera nîne. Werin teslîm bibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE