Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Çîftçiyê got ew di remezanê jî dev ji çalakiyê bernadin û wiha axivî: "Ji bo ewladên xwe em çalakiyê dikin û em ê dewam jî bikin. Ez tenê ewladê xwe dixwazim."

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin da ku bigihêjin ewladên xwe.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 953yemîn.

Ji dayikan Necîbe Çîftçî daxuyand ew bi biryarî çalakiya xwe didomînin, ewladekî wê ji hla PKKya rêxistina terorê va hatiye qetilkirin, zarokekî wê jî revandine çiyê.

Çîftçiyê got ew di remezanê jî dev ji çalakiyê bernadin û wiha axivî: "Ji bo ewladên xwe em çalakiyê dikin û em ê dewam jî bikin. Ez tenê ewladê xwe dixwazim."

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Esmer Koça dayik jî ji bo Zubeydeya keça xwe çalakiya rûniştinê dike. Koçê diyar kir ku 9 sal berê PKKyiyan keça wê revandin û ji wê rojê pê va haya wê ji keça wê tuneye.

Koçê daxuyand, dema ku keça wê revandin, keçik ji lingê xwe hatibû emeliyetkirin û wiha dewam kir, "Ez ji bo ewlada xwe li vê derê me. Keça min timî li ser sifreya me kêm e. Hezar sal derbas bibe jî ez dev ji vê têkoşînê bernadim. Lewra ez canê xwe, cegera xwe û ewlada xwe dixwazim. Bira ewladên me bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE