Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin

Canbeyê bangî birayê xwe kir ku ew vegere û wiha got: "Hevalên te yên vegeriyan gişk li cem dê û bavên xwe ne. Bi malbatî me pir beriya te kir. Tu jî vegere."

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin ku nobeta wan di roja 841emîn da dewam dike.

Rukiye Canbeya ji bo birayê xwe Muhamme ku 7 sal berê ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin wiha got: "Zarokên revandine serê çiyê hemû jî bi parlamenterên HDPyê ra wêne kişandine. Dema birayê min hat revandin hevalên wî avahiyê HDPyê nîşanî me dan."

Canbeyê bangî birayê xwe kir ku ew vegere û wiha got: "Hevalên te yên vegeriyan gişk li cem dê û bavên xwe ne. Bi malbatî me pir beriya te kir. Tu jî vegere."

Ekrem Gokkuşê ji bo kurê xwe Okanê di 12 saliya wî da 5 sal berê revandine çiyê jî got heta ew negihêje ewladê xwe ew ê dev ji vê çalakiyê bernede.

Gokkuş got wî gelekî beriya kurê xwe kiriye û bangî wî kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê be.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE