Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 837an da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 837an da dewam dike.

Vecîhe Gokkuşa ji bo Okanê kurê xwe yê 7 sal berê di 12 saliya xwe da revandine çiyê beşdarî çalakiyê bû bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku hingî hatiye revandin ji kurê xwe tu xeberek hilnedaye.

Gokkuşê got ku ji HDPyê ewladên xwe dixwazin û wiha pê da çû: "Hetanî ewladê xwe hilnedim ji vê derê ranabim. Ez ê çalakiyê bidomînim."

Gokkuşê axaftina xwe wiha domand: "Kurê min ji bo eydê kincên eydaniyê kiribû lê li xwe nekir. Xwedê heqê me nehêle, ji hesreta kurê xwe ez û mêrê min nexweş ketin. Êşa ewladan zor e. Her kêliyê kurê xwe difikirim."

Gokkuşê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got: "Kurê min heke firsendê dibînî were teslîmî dewleta xwe bibe. Ez li benda te me."

Ekrem Artikê ji Hatayê hat û beşdarî çalakiyê bû got ku ew ji bo kurê xwe Erhanê 6 sal berê bi xapandin revandine serê çiyê di nobetê da ye.

Artik destnîşan kir ku kurê wî ji bo xebatê çûbû Tekîrdagê û wiha domand: "Kurê min ji alî HDPyê hat revandin û teslîmî PKKyê hat kirin. Ez nizanim sax e yan mirî ye. Ez heta kurê xwe ji HDPyê nestînim ji vê derê naçim. Ez ji bilî HDPyê ji kesî naxwazim. Em hemû ji bo ewladên xwe li vê derê ne."

Di daxuyaniya xwe da Artik bangî ewladê xwe kir ku bila were û teslîmî dewletê bibe û ragihand ew ji xwe ra li pey nanê xwe ne û eleqeya wan bi tiştekî tuneye.

Wekî mayîn Şaredarê Sûrê yê Berê Cemal Toptanci jî dayikên Diyarbekirê ziyaret kir û piştgirî da wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE