Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

"Em heta zarokên xwe hilnedin ji vê derê ranabin. Em ê zarokên xwe ji vana bistînin."

Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

Nobeta Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 339an da dewam dike.

Necibe Çîftçiya ji Şemdînliya Hekariyê bo kurê xwe Roşat Çiftçiyê 6 sal berê hat revandin çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku ewladekî wê revandin çiyê, kurekê wê yê din ê li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin. 

Çîftçiyê destnîşan kir ku ew 339 roje di bin vî konî da ji bo ewladên xwe disekinin û wiha xpê da çû: "Em bi biryarin ku ji bo ewladên xwe çalakiya xwe bidomînin. Em ji HDP û PKKê zarokên xwe dixwazin. Havîn, zivistan, şev û roj bo me ferq nake em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez heta ji HDPê sebiyê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ez ji kurê xwe jî dixwazim ku bila were û teslîm bibe. PKKê birayê te kuşt, were."

Şevket Bîngolê ku ji bo kurê xwe Tuncayê 6 sal berê bi revandine birine serê çiyê, tevlî çalakiyê bû jî got: "Heta niha tu xeber ji ewladê min tuneye. Em heta zarokên xwe hilnedin ji vê derê naçin. Em ê zarokên xwe ji vana bistînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE