Dayikên Diyarbekirê piştgirî dan malbatên ku li Mûşê li ber deriyê HDPê çalakiyê dikin

Hinek ji dayikên ku li ber deriyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê li dar dixin, hatin Mûşê û piştgirî dan malbatên li wê derê çalakiyê dikin.

Dayikên Diyarbekirê piştgirî dan malbatên ku li Mûşê li ber deriyê HDPê çalakiyê dikin

Hinek ji dayikên ku li ber deriyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê li dar dixin, hatin Mûşê û piştgirî dan malbatên li wê derê çalakiyê dikin.

Ew 11 malbatên ku bi mebesta piştgiriyê hatin, li bajarokê Sunguya girêdayî navendê ji aliyê endamên Platforma Biratiya Mûşê û Serokê Komeleya Belavkirina Zanîn û Çandê ya Sunguyê Kiyasettîn Seçkîn ve hatin pêşwazîkirin.

Malbatên ku li pêşiya alaya Tirkî ya li ber deriyê malê fotograf girtin, piştre jî derbasî Serokatiya HDPê ya Wîlayeta Mûşê bûn.

Malbatên Diyarbekirî yên ku di destê wan de alaya Tirkî û pankart hebûn hatin ba malbatên Mûşî û diruşmên weke "Bimre HDP", "Bimre PKK", "Tirk û Kurd bira ne, HDP namerd e", "Emê bi rûniştinê bi ser kevin" xwendin.

Ew malbatên ku dibêjin PKKya rêxistina terorê zarokên me revandine çiyê lê HDPê ji vê yekê berpirs digirin, meşiyan ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê û perteka xwe nîşan dan.

Ayşegul Bîçer a dayik a ku ji Diyarbekirê hatiye anî ziman ku ji 3yê îlona 2019an ve ji bo kurê xwe Mustafa Bîçerê li ber deriyê avahiya HDPê çalakiya rûniştinê li dar dixe.

Bîçerê herwiha destnîşan kir ku nobeda ewladan li bajarên weke Hekarî, Wan, Şirnex, Îzmîr, Berlîn, Diyarbekir, Mûşê belav bûye.

Bîçerê wiha axivî: "Em dixwazinev çalakiya me li hemî wîlayetan belav bibe. Ez gihiştim ewladê xwe. Nuha li mala min e. Hat xwe teslîmî mîhrebaniya dewlata min kir. Lêbelê hê têkoşana me neqediyaye, min hê roja pêşî gotibû. Dê ev têkoşan heta yek ewlad, yek terorîst nemîne bidome. Ez biryardar im. Heta dawiyê ez piştevanê dayik û bavan im. Heke pêwîst bû ezê li çar aliyê Tirkiyeyê bigerim û piştevaniya xwe bidomînim. Tenê bila dayik û bav zarên xwe bixwazin, hewara xwe bigihînin. Piştî ku kurê min hewara min bihîst, reviya û hat. Spas ji Xwedê re, kurê min vegeriya. Em îro li Mûşê ne, sibe diçin Agiriyê. Em bangawaziyê li hemî dayik û bavan dikin; werin ewladên xwe ji partiya HDPê ya diz bixwazin. Bi îzna Xwedê dê HDP were girtin, Qendîl dê birûxe."

- "Hûn zarokekî 9 salî yê Kurd di şikevtan de dikin mehkûmê mirinê"

Suleyman Aydinê bav ê ku ji Diyarbekirê hat wî jî destnîşan kir ku beriya nuha bi 6 salan HDPêkurê wî ji rê bir û xepand û ew birin çiyê.

Aydin wiha axivî: "Kurê min anîn avahiya wîlayetê ya HDPê û ji wêderê şandin çiyê. Bi pera difiroşin. Ev 6 sale min hay ji kurê xwe nîn e. Bêyî fermana Qendîlê parlementerên HDPê tiştekî nakin."

Aydin wiha jî got, "Pêdivê parlementerên HDP3e bi îradeya xwe siyasetê bikin. Hûn dibêjin em ji bo Kurdan micadelê dikin, lê hûn zarokekî 9 salî yê Kurd di şikevtan de dikin mehkûmê mirinê."

Seçkînê Serokê Komeleya Belavkirina Zanîn û Çandê ya Sunguyê destnîşan kir ku ji ber ezimandina malbatên ku ji Diyarbekirê hatine, kêfxweş in û dê hertim piştevanên wan bin.

Malbatên ku ji Diyarbekirê hatine piştî çalakiya li Mûşê, ber bi Agiriyê ve birê ketin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE