Dayikên Diyarbekirê rojbûna Serokomar Erdogan pîroz kirin

Malbatên ji revandina zarokên xwe yên ber bi serê çiyê va HDPê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 908 roje çalakiya xwe didomînin.

Dayikên Diyarbekirê rojbûna Serokomar Erdogan pîroz kirin

Dayikên Diyarbekirê 68emîn rojbûna Serokomar Recep Tayyip Erdogan pîroz kirin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe yên ber bi serê çiyê va HDPê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 908 roje çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku nobeda ewladana didomînin pasteyeke ku li serê wêneyê Serokomar Erdogan ê bi dayika wî Tenzîle Erdogana rehmetî re girtibû, hebû amade kirin.

Malbatên ku Serokomar Erdogan pîroz kirin ji bo Tenzîle Erdogan due kirin.

Suleyman Aydinê ku li ser navê malbatan axivî destnîşan kir ku Serokomar Erdogan ji bo ew bigihin zarokên xwe têkoşaneke mezin dide.

Aydin got, "Em weke dayik û bavan li cem Serokomarê xwe ne. Em rojbûna Serokomarê xwe bi hestên dilsozî pîroz dikin. Me dil daye Serokomarê xwe, Xwedê jî temenê dirêj bidê wî."

Ruken Canbeya ku ji bo birayê xwe Muhammet çalakiyê didomîne jî anî ziman ku ew rojbûna Serokomar Erdogan pîroz dikin û got, "Em spasiyên xwe digihînin Tenzîle dayê jî. Cihê wê bihuşt be. Xwedê bi rehma xwe pê re miemele bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE