Dayikên Diyarbekirê Şaredarê Bağlarê ziyaret kir

Malbatên nobeta ewladan didomînin Huseyîn Beyogluyê Şaredarê Bağlara Diyarbekirê li meqamê wî ziyaret kirin û bang kirin ku di 3yê îlonê da nobeta ewladan dikeve sala xwe ya 3yan û bira piştgiriyê bidin wan.

Dayikên Diyarbekirê Şaredarê Bağlarê ziyaret kir

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo bigihêjin ewladên xwe yê revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin çalakiyê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji be revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 725an da dewam dike.

Malbatên nobeta ewladan didomînin Huseyîn Beyogluyê Şaredarê Bağlara Diyarbekirê li meqamê wî ziyaret kirin û bang kirin ku di 3yê îlonê da nobeta ewladan dikeve sala xwe ya 3yan û bira piştgiriyê bidin wan.

Beyoglu jî ji ber helwesta li dijî rêxistina terorê nîşan didin malbat pîroz kir û got dayikên Diyarbekirê rûmeta wan in, ji ber ziyareta wan gelekî memnûn bûn û wiha got: "Hûn ji dinyayê ra bûn mînak. Hûn peyamê didin dinyayê."

Beyoglu destnîşan kir ku Diyarbekir bajarê sahabe û pêxemberan e û wiha axivî: "Diyarbekir ji bo hemû dinyayê ciyekî sereke ye. Mixabin di van demên dawîn da PKKyê gelekî îstismar kir. Hûn dê û bav in û we têkoşîneke gelekî mezin da. Zarokên we yên ciwan xapandin û derxistin serê çiyê û hûn bûn dengê Tirkiyeyê û dinyayê. Hûn gelekî bi ser ketin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE