Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun diyar kir, dayikên Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe yên ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin xilas bikin, yek ji berxwedana herî bihêz a sivîl a dinyayê nîşan didin û wiha got, "Ew digel hemû tehdîd û gefên navendên terorê, çîroka cesareteke ku 1000 roj e tê domandin û berxwedaneke pîroz a dijî terorê dinivîsin."
Altun di "Panela Protestoya Civakî ya Dijî Revandina Zarokan a bi Destê PKKyê: Li Hemberî PKKyê Dayikên Diyarbekirê" da bi vîdeo peyamê va xîtabî beşdaran kir.
Altun da bibîrxistin, nobeta ku dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe dan destpêkirin ket roja 1000î û wiha got, "Dayikên Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe yên ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin xilas bikin, yek ji berxwedana herî bihêz a sivîl a dinyayê nîşan didin. Ew digel hemû tehdîd û gefên navendên terorê, çîroka cesareteke ku 1000 roj e tê domandin û berxwedaneke pîroz a dijî terorê dinivîsin. Ya wan serhildaneke mafdar a dijî terorê ye ku ji ber tirs û zilma rêxistina terorê ya 40 salan, hatibûn bêdengkirin û neçar mabûn ku kula xwe di dilê xwe da veşêrin."
Altun bal kişand ku vê berxwedanê, rûyê rast ê wan kesan jî nîşan da ku qaşo îdia dikin, mafên gelê Kurd diparêzin û wan temsîl dikin. Altun got, vê berxwedanê ew yek jî nîşan da ku rêxistina terorê bi çi çavî li gelê Kurd dinihêre.
AA