Dayikên Diyarbekirê yên 24 saetan nobetê digrin banga piştgiriyê kirin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 724an da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê yên 24 saetan nobetê digrin banga piştgiriyê kirin

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo bigihêjin ewladên xwe yê revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin çalakiyê bi biryardarî didomînin. Dayikên Diyarbekirê bang kirin ku di 3yê îlonê da 2 salên çalakiyê temam dibin dikevin sala 3yan û "li dijî terorê piştgiriyê" bidin wan.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 724an da dewam dike.

Dê û bavên biryar dan ku çalakiyê 24 saetan bidomînin û bi şev jî dest bi çalakiyê kirin civîna çapemeniyê li dar xistin.

Ayten Elhamana dayik li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku 4 sal e ji Bayramê kurê xwe tu xeberekê hilnade û hetanî kurê xwe û hemû ewladên di destê rêxistinê da xilas bikin ew ê çalakiyê bidomînin.

Elhamanê destnîşan kir ku 724 roj e dê û bav nobetê digrin û wiha axivî: "Em guh nadin şev, roj û nexweşiyê her tim li vê derê ne. Em li benda ewladên xwe ne. Hetanî kesê dawîn jî ji çiyê dakeve em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di 3yê îlonê da li benda hemû dinyayê û Tirkiyeyê ne ku werin vê derê."

Elhamanê diyar kir ku ne bi tenê ji bo ewladê xwe tenê ji bo hemû ewladan ew ê têkoşînê bidomînin û wiha got: "Ez ji HDPya ku kurê min revand kurê xwe dixwazim. Me HDP girt. HDP ji me revî û çû. De li Meclisê dibêjin "mafê jinan, mafên dayikan" ma mafên me li ku derê ne. Dixwazin konê li vê derê rabe. Bira ewladên me bînin emê jî ji vê derê herin."

Celîl Begdaşê ji bo Yusufê kurê xwe çalakiyê dike û ji bo bi parlamenteran ra biaxive çû Navenda Giştî ya HDPyê ya li Enqereyê jî wiha pê da çû:

"Qaşo ew ê piştgirî bidana me. Parlamenterên HDPyê ji me ji gel revîn. Me li wê derê biryar da, çelenga reş danî ber derê wan û ew şermezar kirin. Dema me ew şermezar kirin wan jî em boykot kirin û ji me ra pirs gotin lêbelê me bersiv neda wan. De ev parlamenterên gel bûn, Kurd temsîl dikirin. Lêbelê ji me revîn."

Begdaş jî banga salvegerê kir û ji raya giştî xwest ku piştgiriyê bidin wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE