Dayikên Şırnakî jî zarokên xwe dixwazin

Dayikên dilşewat ev 11 hefte ne li ber Avahiya HDP’yê kom dibin

Dayikên Şırnakî jî zarokên xwe dixwazin

Li Şırnakê, malbatên ku rêxistina terorî PKK’yê zarokên wan revandine li ber avahiya HDP’yê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya malbatan ev 11 hefte ne dewam dike.

Ev 11 hefte ne ku ji bo zarokên xwe li ber Avahiya HDP’yê ya Şırnakê çalakiyê li dar dixin.

Rêxistina terorî PKK’yê zarokên wan revandin. Ew jî ji bo bigihêjin zarokên xwe her hefte tên ber avahiya HDP’yê.

Malbatan xwest daxuyaniya çapameniye bixwînin. Lê parlamenterên HDP’yê nehiştin.

Hin partîyiyan li muzîkê da, hinan jî slogan hilda û xwestin dengê dayikan bibirin.

Emîne Usteka dayik diyar kir ku Metîn Ustekê kurê wê 6 sal berê bi seyranê xapandin û bi zorê derxistin çiyê, hetanî li ser hemdê xwe be ew ê ji bo kurê xwe bixwaze rojên pêncşemê çalakiyê bike.

Ustekê got ewladên xwe dixwazin û wiha pê da çû: "Kurê min diçû mektebê. Kurê min ê bixwenda bibûya mamoste lê endamên rêxistinê ji destê min hildan. Min qêmîş nedikir ku wî bişînim çarşiyê, ew ji destê min hildan. Bira ewladê min bidin min. Min kurê xwe bi baldarî mezin kir. Bi hinceta seyranê xapandin."

Halîme Fîdana eqrebeya şehîd jî bi bîr xist ku di 10ê îlonê da çalakî dan destpêkirin, ew ê piştgiriyê bidin dayikan.

Fîdanê wiha got: "Çalakiya me yê dewam bike. Em piştgiriyê didin dayikên cîgera wan dax bûye. Em ji rêxistina terorê xuşk, bira û kekên xwe dixwazin. PKKya rêxistina terorê ew ê bi zorê tu tiştekê bi dest nexe. Em dixwazin kesên bi zorê revandinye paşda bide."

Malbat dibêjin heta zarokên me werin em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE