Dayîkeke din li pêşiya HDPyê çalakî dikir jî gihîşt zara xwe

Hatîce Ceylana ji Kayapinara navçeya Diayarbekirê ji bo Cafer Ceylanê kurê xwe yê 4 sal berê di 15 saliya xwe da derxistibûn çiyê di 8ê cotmehê da beşdarî çalkiyê bû û di 10 berfanbarê da gihîşt kurê xwe

Dayîkeke din li pêşiya HDPyê çalakî dikir jî gihîşt zara xwe

Dayîke ji ber ku kurê wê revandibûn çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê beşdarî nobeda ewladan bibû gihîşt kurê xwe.

Hacîre Akara dayîk ji bo Mehmet Akarê kurê xwe yê dihat îdiakirin HDPyiyan revandine çiyê di 22yê tebaxê da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û di 24ê tebaxê da gihîştibû kurê xwe.

Hacîre Akar dema gihîşte kurê xwe ev ji bo dayîkên cîgera wan dişewitin bû mînak Fevziye Çetinkaya, Ramziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê diê 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û her ku çû hejmara beşdaran zêde bû.

Hatîce Ceylana ji Kayapinara navçeya Diayrbekirê ji bo Cafer Ceylanê kurê xwe yê 4 sal berê di 15 saliya xwe da derxistibûn çiyê di 8ê cotmehê da beşdarî çalkiyê bû û di 10 berfanbarê da gihîşt kurê xwe.

- Mizginî dan Husniyeya dayîk

Dayîkên Diyarbekirê yên bi vê encamê hêvîdar bûn çalakiya xwe domandin û mizginî dan Husniye Kayaya dayik.

Di encama telîmata Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dan da xebat hatin meşandin û Mekiye Kaya ji kampên PKKya rêxistian terorê yên li bakurê Iraqê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

- Soylu bi têlefonê mizgînî da

Wezîr Soylu bi têlefonê li malbata Kayayê geriya û mizginî da li ser vê malbat gelekî şa bû.

Husniye Kayayê daxuyanî da rojnamevanan xw diyar kir ku do êvarê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li wan geriya û mizginî da ku qîza wê teslîmî hêzên ewlekariyê bûye.

Kayayê got Soylu jê ra gotiye, "Çavên te ronî be qîza te hat teslîm bû. Tê sibê bigihîjî qîza xwe." û wiha pê da çû:

"Xwedê wî bi mirazî wî şa bike. Xwedê ji Serokkomarê me razî be û emrê wî dirêj be. Heke ew nebûna ez nedigîhştim qîza xwe. Di 14 saliya xwe da çûbû, 5 sal derbas bibû. Ez her li derva li qîza xwe digeriyam. Ji şabûnê hinek mabû dilê min bisekiniya. Hem giriyam hem jî şa bûm. Ji ber ku Mekiye tunebû min tengasî dikişand. Ez her roj digiriyam. Bin bawer nedikir ku ez ê bigihîjim qîza xwe. Min di nimêjê da dia dikir ku qîza were teslîm bibe. Şikur hat teslîm bû."

- "Dewletê wekî ku ji binê erdê derxe qîza min derxist"

Kayayê got ew ê piştgiriya çalakiya rûniştinê bidomîne û wiha axivî :"Lewra cigera wan jî wekî ya min dişewite. Ez dixwazim hemû dayîkên zarên wan li çiyê ne werin piştgiriyê bidin çalakiyê. Bira netirsin, werin. Dewleta me hêzdar e. Çalakiya dayîkên Diyarbekirê berhewa nîne. Dewletê wekî ku ji binê erdê derxe qîza min derxist."

- "Merivekî wekî Serokkomarê me nehatiye Türkiyeyê"

Huseyîn Kayayê bav got dema do êvarê mizginiya qîza xwe hilda gelekî şa bû.

Kaya got, "Xwedê kêmsaiya dewleta me nede, me nikaribû bidîta." û axaftina xwe wiha domand:

"Êvarê Birêz Suleyman Soylu têlefon kir. Got, 'Çavên te ronî be, tê bigihîjî qîza xwe. Em pir şa bûn. Ev çalakî berhewa nîne. Heke jina min neçûya çalakiyê qîza min ew ê nehata. Dewlet bav e, alîkariyê dide her kesî. Merivekî wekî Serokomarê me nehatiye Türkiyeyê. Alîkariyê dide her kesî. Xwedê kêmsaiya dewleta me nede. Ji Serokkomarê me û hemû rayedaran ra sipas dikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE