Dayîna burs û krediya meha nîsanê dest pê kir

Dayîna burs û krediya meha nîsanê ya xwendekarên perwerdeya bilind dest pê kir.

Dayîna burs û krediya meha nîsanê dest pê kir

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu destnîşan kir ku dayîna burs û krediya meha nîsanê ya xwendekarên perwerdeya bilind dest pê kiriye.

Wezîr Kasapoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand tevahî milyonek û 609 hezar û 253 xwendekar ji vê derfetê sûdê werdigirin ku ji bo xwendekarên lîsansê 650 lire, ji bo xwendekarên lîsansa bilind 1300 lire û ji bo xwendekarên doktorayê jî 1950 lire burs û kredî tê dayîn.

Kasapoglu behsa şewba Kovîd-19 kir û got ji adara 2020î vi va 3 milyar û 222 milyon û 131 hezar û 297 lire burs, 7 milyar û 617 milyon û 788 hezar û 804 lire kredî hatiye dayîn.

Kasapoglu anî ziman Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan girîngiyê dide ciwanan û wiha dewam kir: "Di sala 2002yan da dema em bûn desthilatdar 451 hezar û 550 xwendekaran burs û kredî hildida ku îro ev rêje gihîştiye milyonek û 609 hezar û 253yan. Di sala 2002yan da ji bo xwendekarên lîsansê 45 lire, ji bo xwendekarên lîsansa bilind 90 lire û ji bo xwendekarên doktorayê jî 135 lire burs û kredî dihat dayîn. Îro rêjeya ku tê dayîn li holê ye."

Dayîna burs û krediyan îro dest pê kir û ewê heta 10ê nîsanê dewam bike.

Burs û krediya xwendekaran wê li gor hejmara nasnameya wan a TCyê bê dayîn.

Kesên hejmara nasnameya wan a TCyê ya dawîn sifire îro, yên hejmara wan a dawîn 2 ye sibê, yên 4 e di 8ê nîsanê da, yên 6 e di 9ê nîsanê da, yên 8 e jî di 10ê nîsanê da wê pereyê xwe hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE