Vedat Bîlgînê Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakiyê diyar kir ku dest bi dayîna îkramiyeya Eyda Remezanê ya teqawidan kirin.
Bîlgîn di daxuyaniya nivîskî da bi bîr xist ku bi serastkirna qanûnî va îkramiyeya teqawidan derxistin 1100 lireyî û wiha pê da çû:
"Me ji îro pê va dest bi dayîna îkramiyeya Eyda Remezanê ya teqawidan kir. Di vê çarçoveyê da ji bo 12.7 milyon teqawidên me 12,3 milyar lireyê were dayîn."
Bîlgînê Wezîr bi bîr xist ku teqawidên SSKyê ew ê îro, yên Sandiqa Teqawidê û Bag-Kurê jî ew ê sibê îkramiyeyên xwe bistînin.AA