Debara xwe bi pap û dendikên tirî dike

Kizmikên xelkê distîne, ji wan sîrkeyê çêdike û difroşe

Debara xwe bi pap û dendikên tirî dike

Li Mêrdînê piştî ku tirî tê guvaştin, xelk kizmikên mayî diavêje. Lê kevaniya malê Sevîm gûnel ji wan papên tirî sîrke çêdike û pê debara mala xwe dike.

Li Mêrdînê li her malê ji tiriyê mezrone bastîq, benî, sicuq û dims tê çêkirin.

Lê xelk kizmik an jî papên tirî yên ku ji ber dîmînin, yan didin heywanan yan jî diavêjin.

Kevaniya malê Sevîm Gûnel ji bo ku debara mala xwe bike diçe wan kizmikan ji xelkê dikire û ji wan jî sîrke çêdike.

Sevîm Gûnel dibêje di nav sîrkeyê de, tu tiştekî kîmyewî tune ye û tehma wê jî gelek xweş e.

Gûnel wiha axivî; ”Ez debara xwe bi van kizmikan dikim. ez ji vî karî xwe jî pir hez dikim. sîrkeyeke gelek xweş û bikalîte ye. Berê xelkê ev pap didan heywanan, diavêtin zeviyan. Îsal min ji kizmikên bermayî, tonek û nîv sîrke çêkir. her kesî jî gelek eciband. Ên ku kirîn dîsa hatin xwestin.”

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE