Definkirina zarokên di çemê Mûradê da xeniqîn

Cinazeyên ku li nexweşxaneyê hatin wergirtin, ber destê sibehê di goristana gundê Beşaçatakê ku 10 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye da hatin definkirin.

Definkirina zarokên di çemê Mûradê da xeniqîn

Li Milazgira navçeya Mûşê cinazeyên 4 zarokên ji bo hênik bibin ketibûn çem, lêbelê di çem da xeniqîbûn, hatin definkirin.

Cinazeyên xwendekarên qursa havînê ya Qur'anê Muhammed Demir (9), Îlhami Demirbilek (9), Rohat Burukanli (12) û Taner Guven (10) ku ji bo pîknîkê çûbûn kêleka Çemê Mûradê û herwiha ji bo ku hênik bibin jî ketibûn çem, lêbelê di çem da xeniqîbûn, piştî otopsiyê radestî malbatên wan kirin.

Cinazeyên ku li nexweşxaneyê hatin wergirtin, ber destê sibehê di goristana gundê Beşaçatakê ku 10 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye da hatin definkirin.

Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz jî hat gund û serxweşî da malbatan.

Gunduzoz li Teziyexaneyê serxweşî da gundiyan û qederekê jî li cem bavê zarokan rûnişt. Gunduzoz dû ra bi rê ket û ji navçeyê çû.

Qaymeqamê Milazgirê Emre Yalçin, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Ahmet Aribaş û Şaredarê Navçeyê Cengîz Altin hevaltiya Gunduzoz kirin.

- "Dewleta me bi hemû derfetên xwe ket liv û tevgerê"

Mixtarê Beşçatakê Cemil Yildiz ku li ser merzelê zarokan dia kir, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku mele ji bo pîknîkê 41 zarokên gund birine Çemê Mûradê.

Yildiz diyar kir ku li vê derê jî ji bo ku hênik bibin, hin zarok ketine çem û wiha dewam kir:

"Ciyê ku ketine avê herî hebûye. Meleyê gund çend heb xilas kirine, paşê xeber daye ewlekarî, cendirme, 112 Servîsa Bilez. Paşê xebera me pê çêbû. Dewleta me bi hemû derfetên xwe ket liv û tevgerê. Waliyê me, Qaymeqamê me, cendirme, ewlekarî û welatî çi ji destê wan hat, kirin. Ez sipasiya herkesî dikim. Ji bo malbatan jî sersaziyê dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE