Deftera bîrdariyê ya 15ê Tîrmehê

Li Ercişê standa deftera bîrdariyê ya 15ê Tîrmehê hat danîn.

Deftera bîrdariyê ya 15ê Tîrmehê

Ji bo 15 Tîrmehê Roja Bîranîna Şehîdan, Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî li çar aliyên welêt program tên lidarxistin.

Yek ji wan jî li Erdîşa navçeya Wanê, bi destê Qeymeqamiyê ve tê sazkirin.

Di çalakiyê de ji bo deftera bîranînê ya 15ê Tîrmehê standek hat danîn.

Rayedarên navçeyê û welatî hatin ser standê. Wan yek bi yek ramanên xwe yên derbarê 15ê Tîrmehê de nivîsandin.

Bi vê çalakiyê tê xwestin ku şehîd û gaziyên 15ê Tîrmehê neyên jibîrkirin.

Ev stand wê 3 rojan vekirî be û kesên bixwazin wê li ser vê defterê hest û ramanên xwe binivisînin.

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE