Gelek welatiyên li karkamişa Gaziantepê di çemê firatê de masîvaniyê dikin. Masîvan her sal van çaxan masiyên xwe him ji bo parastinê, him jî ji bo zû mezin bibin aşî dikin.
Ji hewzan berhev dikin û li tesîsê yek bi yek aşî dikin.
Ev der Karkamişa Gaziantepê ye.
Li navçeyê gelek kes di ava Çemê Firatê de masîvaniyê dike.
Masîvan her sal van çaxan ji bo masiyên wan nexweş nekevin û ji bo zû mezin bibin ew aşî dikin.
Karê aşîkirinê gelek zehmet e lewra xebatkar masiyan yeko yeko aşî dikin.
Mavîvanên Karkamişê dibêjin masiyên me heta welatên Ewropayê jî diçin û her ku diçe ji wan re zêdetir siparîş tên.