Dema "Aştiya Îmarê" hat dirêjkirin

Aştiya Îmarê ya ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dabû destpêkirin heta 15yê hezîrana sala 2019an hat dirêjkirin

Dema "Aştiya Îmarê" hat dirêjkirin

Aştiya Îmarê ya ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dabû destpêkirin heta 15yê hezîrana sala 2019an hat dirêjkirin. Biryara dirêjkirina dema Aştiya Îmarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Biryara Serokomar Recep Tayîp Erdogan ya ji bo dema "Ewraqê Qeyda Avahiyê" heta 15yê hezîrana sala 2019an bê dirêjkirin di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Biryar li gorî madeya 16emîn a berwext ya Qanûna Îmarê ya bi nimareya 3194 hat dayîn.

Bi "Aştiya Îmarê" hat xwestin ku bila nakokiya di navbera welatî û dewletê da hel bibe û dikan, mal, avahî û xaniyên ruxsetên wan tunene li gor berdêlekê bibin xwedîruxset.

Li gor daneyên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê heta niha qederê 9 milyon û 698 hezar welatiyî ji aştiya îmarê îstifade kiriye û bi qasî 16 milyar lire pere hatiye razandin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE