Dema berhevkirina fistiqan

Cotkar dibêjin divê wekî findiqan bihayê herî kêm ê fistiqan jî hebe

Dema berhevkirina fistiqan

Li Turkiyeyê salê sed hezaran ton fistiq tên berhevkirin. Yek ji wan bajarên ku bi fistiqên xwe derdikeve pêş jî Şanliurfayê ye. Cotkarên Şanliurfayê dixwazin ku wekî findiqan bihayê herî kêm ê fistiqan jî hebe.

Serê sibê zû radibin û di bin kela kela germa havînê de heta êvarê fistiqan berhev dikin.

Ji bo darên fistiqan zerarê nebînin, derdikevin ser derencokan.

Daxwaza wan ew e ku wekî bindeqan bihayê herî kêm ê fisteqan jî bê danîn.

Cotkarên Şanliurfayê salê nêzî 120 ton fistiq radikin.

Lê dixwazin keda wan berhewa nebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE