Li Bilîsê mêşvanên ku kewarên xwe ji xwelî û sergînan çêdikin, niha hingiv berhev dikin…
Li gelek zozan û bilindcihan kewar vebûn lê li Bilîsê, li gorî herêmên din ev wext dereng dest pê dike.
Mêşvanên Bilîsî kewarên xwe ji xwelî û sergînan, bi awayekî resen çêdikin.
Li zozan û çiyayên Bilîsê nebatên endemîk pirr in. Ji bo vê taybetiyê hingivê herêmê bi tehm e û kalîteya xwe gelekî baş e.
Her sal tenê li herêma Bilîsê nêzî 2 ton û nîv hingiv tê hilberîn. Mêşvan ji berê îsal zahf razî ne.