“Dema betlaneyê dırêj e”

Wezîr Selçuk: Dibe ku dema betlaneya havînê bê guhertin

“Dema betlaneyê dırêj e”

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Zîya Selçuk got dibe ku dema betlaneya havînê bê kurtkirin. Wezîr Selçuk wiha dewam kir; li Tirkiyê dema betlaneya havînê dirêj e. Ger li hin herêman hewcedarî çêbe, em dikarin sepandina dibistanê ya 3 heyamî tetbîq bikin.

Wezîrê Pewerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got “Li welatê me betlane dirêj e. Li seranserê Ewropayê bi qasî 200 rojan dibistan vekirî ne, li welatê me 180 roj in. Li Japonyayê 220 roj in. Li welatê me beriya vê kevneşopiyek hebû. Ji sedî 90ê Tirkiyê bi çandinî re mijûl dibû. Ji bo vê jî 3 meh betlane hatibû veqetandin. Lê belê niha her tişt guheriye. Ji sedî 80ê civakê li bajaran dijîn. Teqwîm wekî berê tê sepandin. Meseleya Tirkiyê ya bingehîn ev e. Ew di nav demeke nediyar de wê bê guherandin. Hetta di pirtûkçeyê de nehatiye nivîsandin ka çend somestir dê hebin. Li gorî hewcedariyên herêman dibe ku li hin dibistanan 3 somestir bên tetbîqkirin. Niha em nabejên em ê demildest 180 rojan zêde bikin. Em ê pêşî binesaziya wê amade bikin. Piştre jî em dikarin wekî Ewropayê ji 180 rojan bikin 200 rojî.

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 13:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE