Li Zanîngeha Muş Alparslanê dema çandina nebatên tibbî û aromatîk hat. akademisyen û xwendekarên zanîngehê bi hev re nêzî 100 cure nebat çandin.
Li herêma Mûşê hewa hinek xweş bû.
Ji ber vê yekê jî êdî dema çandina nebatan hat.
Akademisyen û xwendekarên Zanîngeha Muş Alparslanê jî, wekî her sal dest bi çandina nebatên tibbî û aromatîk kirin.
Di çarçoveya xebatê de nêzî 100 cure nebat hatin çandin.
Di nava wan nebatan de him yên herêmî him jî yên biyanî hene.
Niha nebat bi piranî di binê naylonê de tên çandin. Lê wê di demên bê de li derve jî werin danîn.