Dema karê mêşvanan dest pê kir

Bi hatina biharê re mêşan oxil da

Dema karê mêşvanan dest pê kir

Bi hatina biharê re, karê mêşvanan jî dest pê kir. Li Beytuşebaba Şirnakê bi germbûna hewayê, mêşan oxil dan. Mêşvanan jî bi cil û bergên taybet, ew girtin.

Bihar e û hewa xweş e. kar û barên mêşvanan jî dest pê kir.

Li Beytuşebaba Şirnakê û gundên derdorê bi germbûna hewayê her der şîn bû. Mêşên hingivê jî îsal zûtir dest bi şixul kirin.

Mêşvanên herêmê dibêjin li gorî salên din îsal mêşan zûtir oxil dan.

Ew li bendê ne ku îsal hilberîna hingiv zêdetir bibe.

Mêşên hingiv biharê û havînê dişuxilin. Bi hatina payîzê mêşvan hingivê xwe berhev dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE