Dema kesaxtina daran e

Li herêmê darên fêkiyan tên kesaxtin

Dema kesaxtina daran e

Li Bitlisê darên hinaran li Gercuşê jî darên behîvan tên kesaxtin. Ji bo ku dar ji çiqlên ziwa xilas bibin û randimaneke zêdetir bidin her sal ev kesax tê kirin.

Hinarên Bitlisê li herêmê gelek navdar in.

Li bajêr gelek malbat bi hinaran debara xwe dikin.

Her sal bi qasî 10 milyon lîre dahat jê tê bidestixstin.

Li aliyê din her sal van çaxan ev dar ji çiqlên ziwa tên paqijkirin.

Pisporên rêveberiya çandiniyê yên bajêr li gundan geriyan û welatî hînî kesaxê kirin.

Pisporên çandiniyê derbarê kesaxê de jî cotkar agahdar kirin.

Heman tişt li Kercosa Batmanê jî tê kirin.

Li wê derê jî darên behîvan tên kesaxtin.

Kesaxa daran her sal di vê heyamê de tê kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE