Her sal di van wextan de masiyên Behra Wanê ji bo hêkan bi çem û çayan de hildikişin. Ev hilkişîna wan jî gelek eleqeya mirovan dikişîne
Wextê hildikînê hat. Bi milyonan masiyên Behra Wanê bi çem û çayan ve hildikişin.
Ev dîmen li ber Çaya Kertizê ya li Erdîşa Wanê hat kişandin.
Her sal di van deman de masiyên Behra Wanê ji bo hêkan bikin, ber bi avên çem û robaran ve diçin.
Ev keda masiyan a ji bo hêkkirinê bala welatiyên herêmê zahf dikişîne.
Gelek kes her sal tên ser van avan û li hilkişîna masiyan temaşe dikin.
Her wiha çûkên Behra Wanê jî ji van masiyan nesîbên xwe dixwin.