Dema seyahata navbera Enqere û Stenbolê kin dibe

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Turhan diyar kir ku di navbera Enqere û Stenbolê da bi YHTyê çûyîn û hatin wê 30 deqîqe kin bibe

Dema seyahata navbera Enqere û Stenbolê kin dibe

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Cahît Turhan ragihand ku di xeta Enqere û Stenbolê da bi Trena Bilez (YHT) dem wê kin be.

Turhan der heqê mijarê da daxuyanî da û wiha got:

"Rîpaja Dogançayê wê di navbera Enqere û Stenbolê da dema çûyîn û hatinê 30 deqîqeyî kêm bike. Rîpaj ji sê merhaleyan pêk tê û dirêjahiya gozergahê 14 kîlomêtre ye. Li gor planê merhaleya ewil wê di dawiya 2020î da kuta bibe û têkeve xizmetê. Bi vebûna vê tunelê va ji Enqereyê çûyîna Stenbolê wê 10 deqîqeyan kin bibe."

"Dema seyahatê wê ji 4 saet û nîvî dakeve 4 saetan"

Wezîr Turhan diyar kir, piştî ku hemû merhaleyên tunelê têkevin xizmetê, dema seyaha navbera herdu bajaran wê ji 4 saet û nîvî bikeve 4 saetan.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE