Dema tercihên zanîngehan dest pê kir

Xwendekar wê di navbera 6 û 14ê Tebaxê de tercihên xwe bikin

Dema tercihên zanîngehan dest pê kir

Encamên ezmûna YKS’ê diyar bûn, vê carê jî kelecana tercîhan dewam dike. Tercîhên baş mîna îmtihanê girîng in. Ji ber vê yekê pispor xwendekaran hişyar dikin û dibêjin "ji bo keda we beleheq neçe, bi nezanî tercihan nekin.”

Xwendekarên ku di ezmûnê de serfiraz bûn bi kelecan haziriya zanîngehê dikin.

Tercîhên Ezmuna Saziyên Perwerdeya Bilind ya YKS’ê dest pê kirin.

Namzed wê bi nimareya nasnameyê û bi şîfreya xwe bikevin malpera OSYMê û di wir de tercîhên xwe qeyd bikin.

Bi tercîhên rast û baş keda xwendekaran dê li erdê nekeve.

Hemû xwendekar dikarin 24 tercihan bikin.

Şaredariya Rezan ji bo xwendekarên neçar kursên YKS’ê vekiribûn.

Bi talîmata şaredar Huseyin Beyoglu îcar navenda tercihan jî hat vekirin.

Dema tercîhkirinê wê 14ê Tebaxê, di saet 23:59an da biqede.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE