Li Pursaklara Enqerê 10 kûçikan êrîşî zarokekî 12 salî kir. Zarokê ku ji dibistanê vedigeriya mala xwe, bi giranî birîndar bû. Zarok li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li taxa Mimar Sinan, Enes Koca ji dibistanê derket û berê xwe da malê.
Di vegera malê de 10 kûçikan êrîşî Enes kir.
Dema Eenes dereng ma, malbata wî tirsiya û lê geriyan.
Mamê Enes di riya dibistanê de, ew di nav lepên kûçikên bêxwedî de dît.
Ekîbên tenduristiyê gihîştin hewara wan, zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pursaklarê.
Ji ber ku rewşa Enes giran bû, ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê.
Di laşê Enes de ji ber gezên kûçikan gelek birîn çêbûbûn. Zarokê ku bi giranî birîndar bû di beşa giran de tê dermankirin.