Demirtaş ji doza sûcê "heqareta li Serokkomar" 3 sal û 6 meh cezayê hebsê xwar

Demirtaş ji doza sûcê "heqareta li Serokkomar" 3 sal û 6 meh cezayê hebsê xwar

Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş di doza ku ji ber sûcê "heqareta li Serokomar" da dihat darizandin, 3 sal û 6 meh cezahebsê xwar.

Demirtaş ji doza ku di daxuyaniyeke xwe ya sala 2015an a li Balafirgeha Ataturkê heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiribû, 3 sal û 6 meh cezayê hebsê xwar.

Di dadbîniya li Dadgeha Cezaya Esliyeya 46emîn a li Bakirkoyê de ku berdad Selahattin Demirtaş bi rêya Pergala Ragihandina Bi Deng û Dîmen beşdar bû, parêzerên wî jî amade bûn.

Berdad Demirtaş di berevaniya xwe de anî ziman ku ew 2 caran bûye namzêdê Serokomariyê û bi salane siyasetê dike û wiha got, "Ji ber ku min rexne li gelek biryarên polîtîkaya derve girtin, li dijî min gelek dozên heqaretê vebûn. Ji ber ku min 2 risteyên rexnegirî hûnandin, 2 îdianameyên cuda hatin sazkirin. Pêdivî bi dirêjkirinê nave, min rexne li hikûmetê girt. Min yekser Serokomar û Serokwezîr nekiriye armanc. Nuha ez xemgînim ji ber ku min hewqas kêm got. Min daxuyaniyeke gelek nerm kiribû. Rexnegirtina li hikûmetê wezîfeya civaka demokratîk e.

Dozgerê Komarî yê ku di dadbîniyê de mitaleeya derheqê esasê vegot, bibîr xist ku Demirtaş 24ê meha 12an a 2015an li Balafirgeha Ataturkê di daxuyaniya ji bo endamên çapemeniyê de, li dijî Serokwezîrê hingî Ahmet Davutoglu û Serokomar Recep Rayyîp Erdogan axiviye.

Di mitaleeyê de hat destnîşankirin ku axaftina berdad a di wê daxuyaniyê de sînorê fikir, daxuyanî û rexneyê derbas kiriye û axaftina navborî dê di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de neyê nirxandin û bi wê axaftinê encamdana sucê heqaretê sabît e.

Di mitaleeyê de hat gotin ku Demirtaş bi yek kardanê sucê "heqaret" û "heqareta li Serokomar" encam daye û pêdivê bi cezayê herî giran were cezakirin.

Di mitaleeyê de hat xwestin ku Demirtaş ji sucê "heqareta li Serokomar" ji salek û 2 meh heta 4 sal û 8 mehan bi cezayeê hebsê bê cezakirin.

Piştî xwendina mitaleeyê parêzerên Demirtaş beyana xwe xwendin.

- Dadgehê 3 sal û 6 meh cezayê hebsê birrî

Dadgehê dosyeyên ku derbarê Demirtaş hatibûn vekirin û li dadgehê hatibûn yekkirin bi hev re nirxand û bibîr xist ku tê daxwazkirin ji sucên "ji bo wezîfeya wî, heqaret li wezîfedarê kamûyê" û "heqareta li Serokomar" cuda cuda bê cezakirin.

Dadgehê destnîşan kir ku kardana bersucî yek e û bi yek kardanê li dijî Serokomar û serokwezîrê wê serdemê axiviye.

Bi vî halî dê ji sucê "heqareta li Serokomar" bê cezakirin ji ber ku li gorî maddeya TCK 44ê sucê ku cezaya girantir îcab dike "heqareta li Serokomar" e.

Dadgeha ku ji sûcê "heqareta li Serokomar" 3 sal ceza da Demirtaş, bal kişand ser wê yekê ku sucê heqaretê bi eşkereyî hatiye encamdan û ceza derxist 3 sal û 6 mehan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE