Îsmaîl Demîrê Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê der barê biryara mueyîdeyan a Amerîkayê da got, "Ev bûyereke munhasir a wisa ye ku dibû di nav xwe da bimîne. Em li bendê nînin ku tesîrê li ser têkiliyên me bihêle."
Demîr ji bo beşdarî hevdîtinên budçeya 2021î ya Serokomariyê bibe hat Meclisê û pirsên rojnamevanan ên li ser biryara mueyîdeyê ya Amerîkayê bersivand.
Demîr diyar kir ku berê di vê mijdarê da daxuyanî dabû û got, "Em biryardar in, em ê bidomînin." û axaftina xwe wiha domand:
"Di navbera me da têkiliya mitefîqîyê heye, em mitefîqê NATOyê ne. Wekî ew jî dibêjin bi gelek mijaran da bi Tirkiyeyê ra hevkarî heye. Ew jî dixwazin em jî dixwazin ku dewam bikin. Ev bûyereke munhasir a wisa ye ku dibû di nav xwe da bimîne. Em li bendê nînin ku tesîrê li ser têkiliyên me bihêle. Em dikarin li der û dora xwe çareyên vê bibînin. Ji hêla me va pêşketina pîşesaziya xwemalî ew ê dewam bike, dibe ku ji berê leztir dewam bike. Ew ê bibe fîşenga îşaretê û hişyariyê."
AA