Dendikên zebeşan

Li herêmê bi taybetî li Batmanê sektora dendikên zebeşan gelekî berbelav e.

Dendikên zebeşan

Li Batmanê zebeş ji zû ve derketine. ligel firotina zebeşan, xelkê herêmê dendikên zebeşan jî difroşin. li sûk û bazaran, li qehwexaneyan batmanî sebra xwe bi dendikên zebeşan tînin. 

Li Batmanê wekî seranserê herêmê hewa gelek germ e, xelk ligel avê bi zebeşan jî kezeba xwe hênik dike. 

xelkê herêmê dendikên zebeşan jî vediqetînin, hişk dikin û dikin çerez. 

Dendikên zebeşan li herêmê bûye sektoreke mezin.. 

Ligel firotina li sûk û bazaran, esnafên bajêr dendikên zebeşan bi kargoyê dişînin derbajêr û derwelêt jî. 

“Havînê jî dikirin. Lê zivistanê şev dirêj in, ji bo vê jî xelkê me zêdetir zivistanê dendikên zebeşan dixwe. Ji bo sihheta mirov jî gelekî bi fêde ne.”  

Li qahwexaneyên Batmanê, bi taybetî jî ligel sohbeteke xweş dendikên zebeşan qet ji ser masayê kêm nabin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE